Wezîrê Derve yê Lubnanê îstifa kir

Wezîrê Derve yê Lubnanê îstifa kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Lubnanê Nasif Hittî, bi sedema serneketina hikûmetê di karên xwe de karvekêşana xwe da.

Hittî wekî sedema îstîfaya xwe da xuyakirin ku Lubnan îro ne ew Lubnana xwedî nirx û mînak tê nîşandan e û got, “Di salên dawî de rewşa aborî û krîz gihîştiya qonaxa herî bilind di dîroka Lubnanê de û her diçe rewş xirabtir dibe.”

Nasif Hittî ji ber ku dîplomatekî herî bi tecrube yê Lubnanê ye, ji aliyê Serokwezîrê hikûmeta nû ya Lubnanê Hesen Diyab ve wekî wezîrê derve ketibû kabîneyê ku ji ber nerazîbûna xwe ya ji xebatên hikûmetê û kûrbûna krîza aborî îstifa kir.

Hêjayî gotinê ye ev îstifaya Wezîrê Derve piştî teqîna mezin a Beyrûdê tê ku tê çaverêkirin piştî karesata teqînê aborîya Lubnanê hîn xirabtir bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin