PeyamaKurd – Balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescîdî li ser hevdîtinên li Bexdayê yên Erebistana Si’ûdiyê û Îranê axifî. Mescîdî ji bo ajansa IRNA yê ya Îranê axifî û got ji bo normalîzekirina têkiliyên navbera Erebistanê û Îranê li ser nexşerêyekî lihev kirine ku ev nexşerê wê ji bo muzakereyên pêşiya me bibe wek rêber. Mescîdî got ku hevdîtin baş encam dane û weha got:
“Di navbera heyetên her dû aliyan de, roja pêncşema borî di civîna pêncem ya navbera Îran-Erebistanê de li ser nexşeyekî peyman girêdan. Wê her dû welat konsulxaneyên xwe li welatên hev vekin an venekin wê pêvajoya hevdînên pêşiya me tayîn bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin