Li Azezê li pey hev 4 êrîs pêkhatin

Li Azezê li pey hev 4 êrîs pêkhatin

PeyamaKurd- Li bakûrê Sûriyê li bajarê Azezê li pey hev 4 êrîşên bombeyî hatin kirin û di encamê de 2 kes mirin û 22 kes birîndar bûn. Ne diyare bê teqîn ji aliyê kê de hatin kirin. Êrîş bi motorsîkletên bombeyî hatin kirin.

Li bakûrê Sûriye di herêma di bin kontrola muxalifan de, li navçeyên Bab û Azezê, li beldeya bi ser Cerablûsê li Gandûra û gundê Tel Battalê yê bi ser Ahterînê de, teqîn di heman wextê de hatin kirin.

Li gor vê rêjeya jor, li Babê 2 kes mirin û 9 sîvîl birîndar bûn. Li Azezê 5 û li Gandûrayê 5 kes birîndar bûn. Li gundê Tel Battalê 3 kes birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin