Li Dêrezorê HSDê 9 endamên DAISê girt

Li Dêrezorê HSDê 9 endamên DAISê girt

PeyamaKurd – HSDê li Dêrezorê 9 endamên şaneyên veşartî yên DAIŞê girt.

Li gundewarên parêzgeha Dêrezorê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê operasyonek li dar xistin.

Zanyarî didin zanîn, di wê operasyonê de, 9 endamên şaneyên DAIŞê li gundewarên Dêrezorê ya hatin girtin.

Navenda Hemahengî û Operasyonên Leşkerî ya HSDê, li ser Twitterê belav kir û got: “9 emîr û endamên şaneyên terorîst ên DAIŞê, ji aliyê yekeyên taybet yên HSDê ve” li gundewarên Dêrazorê hatin girtin.

Herwiha heman çavkanî destnîşan dike, ew şaneya DAIŞê ku endamên wê hatine girtin, di operasyonên kuştin, terorkirin û çandin û veguhistina çekan de çalak bûye.

Heyama dawîn, hêzên HSDê bi mebesta jinavbirina şaneyên DAIŞê li herêmên ciyawaz, operasyonên xwe zêde kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin