PeyamaKurd - Qenala televizyonê ya resmî li Tirkiyê TRTê di xeberên xwe de namzedê partiya Seadetê Cîhangîr Îslam di nav namzedan de nejimart û behsa wî nekir.
Parlamenterê Seadetê Cîhangîr Îslam, daxuyaniyek belav kir û ragihand ku qenala dewletê alîgiriyê dike û bi awayekî objektîf karê rojnamevaniyê nameşîne.
Ewî li ser vê mijarê wiha nirxandin kir:
"Ambargoya di medyayê de ji aliyê herkesî ve tê zanîn. Lê belê qenala meclisê navê min hilneda. Namzedê Seadetê di nav namzedan de nejimart."
Sansur û zexta li ser çapemeniyê her ku diçe li Tirkiyê zêdetir dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin