Iraq: McGurk got, wê erd û asmanê Iraqê ji bo êrîskirina ser cîranan neyê bikaranîn

Iraq: McGurk got, wê erd û asmanê Iraqê ji bo êrîskirina ser cîranan neyê bikaranîn

PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim El Erecî bal kişand ser serdana Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîkayê Brett McGurk û got, Amerîkayê soz daye wê erd û asmanê Iraqê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran û herêmê neyê bikaranîn.

Erecî diyar kir ku li ser vekişîna hêzên şerker ên Amerîkayê McGurk tekez kiriye ku ew pabendî dîyaloga stratejîk a ligel Iraqê ne û gotiye, Amerîka ji bo ti welatekî ne gef e û bal kişandiye ser têkoşîna dijî dijminê hevpar DAIŞê.

Herwiha di daxuyaniya ofîsa Erecî de hatiye gotin, McGurk destnîşan kiriye, hikûmeteke xwedî serwerî ya Iraqê û Iraqeke bihêz di berjewendiya Amerîkayê de ye.

Erecî jî bal kişandiye ser girîngiya diyalog û agirbestê û diyar kiriye, Iraq hewl dide ewlehî û seqamgeriya xwe bihêz bike û ji vê rewşa heyî derkeve.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin