Gerasimov: Amerîka hewil dide 'dewleta Kurd' ava bike

Gerasimov: Amerîka hewil dide 'dewleta Kurd' ava bike

PeyamaKurd - Sererkanê Artêşa Rûsyayê Valeriy Gerasimov daxuyakirin ku Amerîka li Sûriyê hewil dide dewleteke Kurdî ava bike û got, hewil didin di nav “Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê’ de hikûmeteke ji rêvberiya Şarmê serbixwe ava bikin.

Gerasimov got, “Rewşa rojhilatê Firatê her diçe xirabtir dibe ku Amerîka bi Kurdan re hevkariyê dike û hewil dide hikûmeteke serbixwe ya derveyî rêveberiya Şamê li wir ava bike.”

Gerasîmov di berdewamê de diyar kir, “Niha bi navê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê hikûmetekê ava dikin. Amerîka bi alîkariya çekan bo Kurdan, rê dide belavbûna hestên cudabûna Kurdan ji Sûriyê û destûrê dide ku li dijî êlên ereb zorê bikar bînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin