Erdogan got, 'Wê bedel bidin': Her du hunermend hatin binçavkirin

Erdogan got, 'Wê bedel bidin': Her du hunermend hatin binçavkirin

PeyamaKurd - Hunermendên Tirk Metin Akpinar û Mujdat Gezen piştî ku beşdarî bernameyeke televizyonê bûn û rexne li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan girtin û bangên demokrasiyê kirin, rastî gefên Erdogan hatin.

Her du hunermendên Tirk vê sibehê li ser lêpirsîna dozgeriya Stenbolê li malên xwe hatin binçavkirin.

Akpinar û Gezen li Halk TV ya nêzîkî Partiya Komariya Gel (CHP) beşdarî bernameya ‘Hal Arenası – Meydana Gel’ bûbûn û li wir rexne li helwestên totalîterî yên Erdogan girtibûn.

Metin Akpinar gotibû, heger rewş wiha berdewam bike, dê şerekî navxweyî li Tirkiyê rû bide û tekane xelasiya ji vê rewşê demokrasî ye.

Akpinar herwiha diyar kiribû, “Heger em xwe negihînin demokrasiyê, wekî ku faşîzm lê rast tê, serokên xwe ji lingên wan darde dikin yan jî davêjin çalan. Ev yek heyf e em ê perîşan bibin. Heyfa vî welatê xweş e. Divê ji demokrasiyê em berxwe bidin.”

Mujdan Gezen jî bal kişandibû ser helwestên Erdogan û gotibû, “Tiliya xwe ji her kesî re dihejîne, ji milet re dibêje, ‘hedê xwe bizanin’. Binêr Recep Tayyip Erdogan, tu nikarî welatparêziya min û me bikî mijara niqaşê. Hedê xwe bizane”.

Li ser van gotinan, Erdogan doh bang li dozgeran kiribû û gotibû, ew dê bedelê wan gotinên xwe bidin.

Îro beyaniyê jî dozgeriya Stenbolê lêpirsîn da destpêkirin û her du hunermendên tirk li malên xwe ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin