PeyamaKurd - Ji bo azadiya hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku 3 sal in di Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê de girtî ye, li ser medya civakî kampanyayek hat destpêkirin.
Hat zanîn ku Înisyatîfa Azadî Bo Demirtaş, îro Sêşemê li demjimêr 18:00an kampanyayekê li ser medya civakî dide destpêkirin.

Înîsîyatîfa navborî da xuyakirin ku divê kesên beşdarî kampanyaya ‘Azadî bo Demirtaş’ bibin li ser medyaya civakî hastaga #freeDemirtas binivîsin û parve bikin.
Herwiha însiyatîfê ji kesên ku dixwazin tevlî kampanyayê bibin daxwaz kir ku li ser kaxeza A4 #free Demirtaş binivîsin û ligel wê kaxezê wêneyên xwe bigrin û wan wêneyan bi hastaga #free Demirtaş re parve bikin.
Hejmarek nivîskar, siyasetmedar û akademîsyenên Kurd û ji welatên cuda jî piştgiriya xwe bo vê kampanyayê diyar kirine.

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin