PeyamaKurd- Hikûmeta Iraqê li bajarê Besra, Kerbela û Necefê derketina sikakan qedexe kir. Tevî qedexeyan jî gel derkete sikakan û hikûmet protesto kir.
Li Besrayê hêzên ewlehiyê hatin teqwiyekirin û exlebê sikakan qontrol kirin. Tevî vê jî, xelkê herêmê derketine sikakan û derdorê dişewitînin.
Hikûmetê di saziyên fermî de mesaî betal kiriye. Çalakvanan qontrola balafirgehê xistine bin destên xwe. Ev şeş roj derbas bûn ku li Besra, Kerbela û Necefê protesto dewam dikin.
Li gorî agahiyan di protestoyên Besrayê de kesên kuştî û birîndar hene. Li Mîsanê gel kete avahiya walîtiyê.
Li Necefê jî çalakvanan agir berdane navenda partiya Nûrî El Malîkî û Esayîb Ehulheq.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin