Serokatiya Herêma Kurdistanê êrisa Kerbelayê sermezar kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrisa Kerbelayê sermezar kir

PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa duh li Kerbelayê rêya bombekî vedayî hate encamdan şermezar kir ku tê de 12 kes hatibû kuştin.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêmê de wiha hat gotin: “Bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikîn ku doh înê li bazgehekî bajarê Kerbela li rêya bombekî vedayî di nava otombêlek ve hate encamdan û têda zêdetirê deh hemwelatî canê xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûne.

Serxweşiyê li kesukarên qurbaniyan dikîn û hevsoz û hevxema wanîn. Xwedayê mezin bi bihûşta xwe wan şad bike û sebir û hedarê bide kesukarên wan, hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn.”

Duh li Kerbelaya bajarê Iraqê di minîbêsekê de teqîn çêbû û 12 kes hatin kuştin, 5 kes jî birîndar bûn.  Li gor daxuyaniya Tora Medyaya Ewlehiya Wezareta Berevaniya Iraqê, teqîn li deriyê bajêr nêzî Cihê Kontrolê ya 54an çêbû. 

Herwiha Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê êrişkarê bûye sedama kuştina 12 kesan hat girtin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin