PeyamaKurd- Piştî şaredarên Wan,Diyarbekir û Mêrdînê ji aliyê wezâreta karên hundir ya Tirkiyê de ji wezîfê hatin girtin, xwepêşandan hatin kirin ku bajarekî ji wan Îzmîr bû. Bi sedema ku hêzên asayîşê şiddeta zêde ya bêqiyas li dijî xwepêşandêran nîşan da, Komela Mafên Mirovan ya Îzmîrê(KMM) bi awayeka nivîskî raportekî da. Di raportê de weha got:
“Endamên me ji aliyê hêzên asayîşê de milên wan hatine kişandin,li wan haqaret hatiye kirin û hatine tehdîdkirin. Ev kiryar hemû dûrbûna ji demokrasiyê ye û nîşan dide ku dewlet ber bi dewleteka polîsiyê de diçe. Dixwazin xelkê bi HDP ê an ku ji partiyê dûrbixin, wan teşwîqê sûcan bikin û wan tecrîd bikin. Bi vê riyê dikin ku muxalefet li dij wan tevnegere û hemwelatî nebin xwedanê ti aghiyekê. Astengî li pêşiya mafên mirovan çêdikin, naxwazin xelk xwe îfade bike, xwepêşandanan bike û kiryarên xerab bi wan re têkirin. Em bang li dozger û dadgeran dikin ku wezîfa xwe bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin