Îran li Sûriyeyê hejmara payebilindên Pasdaran kêm dike

Îran li Sûriyeyê hejmara payebilindên Pasdaran kêm dike

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Pasdarên rejîma Îranê ji ber zincîre êrîşên Îsraîlê, bicihbûna efserên xwe yên payebilind li Sûriyeyê kêm kiriye û ji bo ku bandora xwe li Sûriyeyê bidomîne wê erkên ser milên komên çekdar ên Şîa yên hevalbendên rejîma Îranê re zêde bike.

Ji meha Kanûnê ya sala çuyî ve, di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê de, ji 6an zêdetir endamên Pasdaran ku di nav wan de fermandarekî payebilind ê sîxuriyê jî hebû hatin kuştin.

Jêderên nav veşartî ji Reutersê re gotine: "Biryara Îranê ya vekişandina efserên payebilind ên Pasdaran, ji ber nexwestina kêşana nav pevçûneke mezin a li Rojhilata Navîn e, lewre tûndrewvn Tehranê daxwaza tolhildanê dikin."

Her çend rejîma Îranê ragihandibû ku niyeta wê tune ku ji Sûriyeyê vekişin jî, jêder diyar dikin ku ev geşedan nîşan dide ku rejîma Îranê ji şerê ku ji ber êrîşa Hemasê ya di 7ê cotmehê de li dijî Îsraîlê derketiye holê û li Sûriyê belav bûye ne razî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin