Hevpeymaniya Kurdistanî logo û dirûsmeya xwe diyar kir

Hevpeymaniya Kurdistanî logo û dirûsmeya xwe diyar kir

PeyamaKurd - Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê piştî ku bo hilbijartinên parêzgehên Iraqê, “Hevpeymaniya Kurdistanî” pêkanîn û weke serokekê we Ebdulrehman Mistefa hilbijartin, logo û dirûşma hevpeymaniyê jî hat diyarkirin.

Li baregeha serekî ya Tevgera Goranê li bajarê Silêmaniyê, 15 partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiyan, da ku derbarê nav û logoya lîsteya Kurdî ya ji bo hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê û diyarkirina serokê lîsteyê biryar bidin.

‘DI LOGOYÊ DE ALA KURDISTANÊ CÎ GIRT’

Li gorî biryarê di logo ya Hevpeymaniya Kurdistanî de Ala Kurdistanê cih girtî ye. Hevpeyaniya Kurdistanî dirûşma xwe weke “Pêkvejiyana aştiyane û cîbicîkirina destûrê” dest nîşan kiriye.

15 aliyên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan Hevpeymaniya Kurdistanî ava kirin û weke serokê wê jî parêzgarê berê yê Kerkûkê Ebdulrehman Mistefa hilbijart.

Biryar e hilbijartina Encûme Parêzgehên Îraqê li 1ê Nîsana 2020an bê pêk anîn.

Partiyên serekî yên Başûrê Kurdistanê, yên weke PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû û herwiha çend partiyên din di Hevpeymaniya Kurdistanî ya li Kerkûkê de beşdar in û tenê Nifşê Nû tê de nîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin