PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku eger leşkerên Rûsyayê yên li ser sînorê Ûkraynayê kom bûne, bi awayekî li sînor derbas bikin, wê ev were vayeta îşxalê û wê Rûsya bedelekî giran ji bo wê bide.
Biden berya li Koşka Sipî civînê bike, tîşkê xist ser axaftinên xwe yên roja berê. Biden got ku di axaftina xwe ya bi Vladimir Putin re, fikra xwe zelal gotiye û weha dewam kir:
“Ew leşkerên Rûısyayê ku li ser sînor kom bûne, eger sînorê Ûkraynayê derbas bikin, ew îşxale. Eger Rûsya Ûkraynayê îşxal bike, wê bi encamên bi koordîne yên darayî re rû bir û bimîne. Eger Putin îşxalê bibjêre, wê bedeleka giran bide.
Dibe Rûsya ji bo mudaxeleya Ûkraynayê bike, hêzên paramîlîter bikarbîne. Di êrîşên li deverên grî de leşkerên Rûsya unîforma li xwe nakin. Divê em ji wan re jî amade bin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin