PeyamaKurd – Li Hewlêrê di bin çavdêriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de konferanseke zanistî li ser karesatên xwezayî birêve diçe.
Li gor Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw diyar kiriye: “Roja Şemiya pêş, konferanseke zanistî li ser lehî û karesatên xwezayî li bajarê Hewlêrê birêve diçe û di wê konferansê de qala amadekariyên ji bo rêgirîkirin û bi hewara hevniştimaniyan ve çûn jî wê bê gotûbêjkirin.”
Herwiha destnîşan kiriye: “Ev konferans wê 2 rojan berdewam bike û di bin çavdêriya birêz Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wê birêve biçe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin