PeyamaKurd- Li Îranê li bajarê Meşhedê qazana ava germ teqiya û di encama teqînê de sê avahî hilweşiyan û 10 kesî di bin avahiyan de jiyana xwe ji dest da.
Di derbarê bûyerê de Serokê Rêvebiriya qeyranê yê Zanîngeha Tibbê ya Meşhedê Şehram Tahirzade, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku vê sibehê li cadeya Pursîna teqîn çêbû. Di teqînê de sê avahî bi tevahî hilweşiyan û 10 kes jî di bin avahiyan de man û jiyana xwe ji dest dan. 5 kes jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin