PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve di derbarê hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin de daxuyaniyek hat dayîn. Rayedarên Amerîkayê, bi rêya daxuyaniyê, nerazîbûna lihevkirina Erdogan û Putîn a li ser aboriyê nîşan da.
Di daxuyaniya wezaretê de hevdîtina Erdogan u Putin a li Soçiyê hat nirxandin. Bi rêya daxuyaniyê, nerazîbûna lihevkirina Tirkiye û Rusyayê ya li ser pereyê Rus ê Ruble hat diyarkirin.
Bi rêya daxuyaniyê, têkiliyên Erdogan û Putin, wiha hatin şîrovekirin:
“Em dixwazin bi bîr bixin ku Tirkiye, li hember êrîşkariya Rusyayê ya li dijî serwerî û yekparçeyîya axa Ukraynayê, piştgiriya xwe ya hêzdar nîşan dabû û Serokomar Erdogan, ji bo tevgerên Rusyayê gotibû, ‘nayê qebûlkirin’ Em bang dikin ku Tirkiye, ji bo hebûnên Rus ên deryasayî yan jî kiryarên wan, nebe bendereke ewledar.”
Di daxuyaniya ku nerazîbûna lihevkirina aboriyê jî hat nîşandan de hat gotin ku
“Em daneyan bi baldarî dişopînin. Heta niha wisa xuya dike ku nîşaneyek li Tirkiyeyê pereyê Rus ê deryasayî hebe, nehatiye dîtin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin