PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yann Braem, li Foruma Aborî ya Fransa-Kurdistanê ya li Parîsê tê lidarxistin got, ji bilî hemû kompaniyên Fransî ku li Herêma Kurdistanê kar dikin û berhemên Fransî tînin Kurdistanê, ew ê gundên Kurdistanê di warê çandiniyê de geş bikin.
Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yann Braem ji K24ê re ragihandiye: “Nêzîkî 30 kompaniyên Fransî pêwendiyên wan ên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re hene û di warên cuda de kar dikin.”
Braem diyar kir, beşek ji wan kompaniyan, berhemên Fransî tînin Herêma Kurdistanê, wek otomobîl, cil û berg û kelûpelên jinan. Hinek jî di warê çandiniyê de kar dikin û got: “Em kar ji bo pêşxistina gundên Kurdistanê di warê çandiniyê de jî dikin.”
Yekemîn Foruma Aborî ya Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tevgera Aborî ya Fransayê, îro li Parîsê dest pê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin