PeyamaKurd - Enqere bi armanca sekinîna li hemberî bişûndemayîna aborîyê, şert û mercên dayîna mafê welatîbûnê bo sermayeguzarên bîyanî hêsantir dike.
Tirkîyê asta sermayeguzarîya bîyanîyan a bi merema bidestxistina mafê welatîbûnê li vî welatî kêm kir.
Welatîyên bîyanî yên xwazyarê mafê welatîbûna Tirkîyê divê 250 hezar dolarê wan hebe, berî vê wan divîya 1 milyon dolar hebana.
Dewleta Tirkîyê mafê welatîbûnê dide pêşesazên bîyanî ku 50 karmendên wan hebin, li halekî berî vê wan divîya 100 karmend hebana.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin