Ji bo 4 deverên Qersê qedexeya salekê hat ragihandin

Ji bo 4 deverên Qersê qedexeya salekê hat ragihandin

PeyamaKurd – Li 4 deverên navçeya Kaxizman a bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê, ji bo heyama salekê “Heremên Ewlekariya Taybet” hatin ragihandin.

Beriya niha jî gelek caran li bajarên Şirnex, Dêrsim, Bedlîs û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê qedexeyên bi vî awayî hatibûn ragihandin ku yekem car e li 4 herêmên navçeya Kaxizman a Qersê jî ji bo salekê qedexe tê ragihandin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu beriya niha bi çend rojan gotibû, li nav sînoran hejmara PKKiyan daketiya hejmara herî kêm û ew jî li dor du sed kesan eşkere kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin