Ji bo avadankirina herêmên erdhejê pêdivî bi zêdetirî 843 milyaran heye

Ji bo avadankirina herêmên erdhejê pêdivî bi zêdetirî 843 milyaran heye

PeyamaKurd – Felaketa erdhejê ya 6ê Sibatê ya Bakurê Kurdistanê ku navenda wê Mereş bû û ji bilî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, li 10 bajarên Bakur û Tirkiyê tevî wêranbûna bajaran karesateke mezin a mirovî bi xwe re anîye.

Li gorî amarên fermî yên hikûmeta Tirkiyeyê dawî 41.156 wefat hatine tomarkirin ku tê gotin, hîn bi hezaran kesên di erdhejê de can dane jî nehatine tomarkirin.

 Herwiha ji bilî hilweşîna bi deh hezaran avahî û sed hezaran malên welatiyan, li ser avahiyên ku xisar dîtine jî lêkolîn têne kirin ku heta niha li 10 bajarên Hatay, Mereş, Amed, Semsûr, Osmaniye, Dîlok, Meletî, Kilîs, Edene û çend deverên din, hejmara avahiyên bên hilweşandin gihîştiye 384 hezaran û tê çaverêkerin ew hejmar bigihîje zêdetirî 535 hezaran.

Li gorî hesabên aborînasên Tirkiyê, ji bo avadankirina wan avahiyan û bajarên bandor ji erdhejê dîtine, herî kêm pêwîstî bi 843 milyar lîreyan heye ku ev jî ji sedî 30yê budçeya 2023yan a Tirkiyeyê ye.

Beriya hilbiijartinên 2023yan ku tê çaverêkirin di meha Gulanê yan jî Hezîranê de, bê kirin divê budçeyeke mezin ji bo lêçûnên afeta erdhejê bê terxankirin ku niha ew erk di destê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin