10 jinên Fransî yên DAISî li Kampa Holê ketine greva birçîbûnê

10 jinên Fransî yên DAISî li Kampa Holê ketine greva birçîbûnê

PeyamaKurd – Li Kampa Holê ya DAIŞî û malbatên wan deh jinên fransî ji bo welatê wan, wan vegerîne dest bi greva birçîbûnê kirin.

10 jinên malbatên terorîstên DAIŞê yên li Kampa Holê ya bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, bi sedema ku hikumetên welatên wan, rê nadin wan li gel zarokên xwe vegerin dest bi greva birçîbûnê kirin.

Hat ragihandin ku jinên DAIŞî doh roja Yekşemê dest bi greva birçîbûnê kirine ku welatê wan red dike wan werbigire.

Parêzerên şêwrê didin hin ji wan jinên DAIŞî Marie Dose û Ludovic Riviere, bi daxuyaniyekê ragihandin: “Piştî çend salên bendewarî û nederxistina biryarekê, van her deh jinan ji bilî greva birçîbûnê ti bijarte di destê xwe de nedîtiye.”

Wan parêzeran diyar kiriye ku ew jin dixwazin di dedgehên Fransayê de bêne cezakirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, HSD û Rêveberiya Xweser gelek caran bang li Fransa û welatên din kirina da ku welatiyên xwe yên li kampên malbatên DAIŞê vegerînin, lê piraniya wan welatan ji bo vê neketine tevgerê.

Herî dawî Neteweyên Yekbûyî hişiyarî dabû 57 dewletan û bang li wan kiribû ku welatiyên xwe vegerînin û berpirsyariya wan rakin.

Li kampa Holê 73 hezar koçber û malbatên DAIŞî hene, ji van 49 hezar zarok hene, 8 hezar jî zarokên ji welatên biyanî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin