PeyamaKurd – Nivîskar û şîrovekarê Kurd Adil Baxewan, di derbarê serdana Emmanuel Macron ji Herêma Kurdistanê kir û da zanîn, pêgeheke stratejîk a Herêma Kurdistanê di siyaseta Emmanuel Macron de heye û qala çend xalan dike.
Nivîskar Adil Baxewan di gotarekê de qala serdana Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo Herêma Kurdistanê dike û diyar dike, hebûna Fransayê bi tenê ne ji bo dostayetî ye, belkî ew ji ber pêgeha stratejîk a Herêma Kurdistanê û berjewendiyên hevbeş be.
Herwiha Adil Baxewan destnîşan dike, piştî hêzên Amerîkayê hêzên Fransayê amadebûna xwe nişan dane ji bo Herêma Kurdistanê û beriya hemû welatan, Fransayê hemû alîkarî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiriye û Baxewan alîkariyên Fransayê ji bo Rojavayê Kurdistanê jî bi bîr dixe û dibêje, ew hemû alîkariyên mirovî û dîplomasî yên diçin Rojavayê Kurdistanê jî ji ser Herêma Kurdistanê derbas dibin.
Adil Baxewan herwiha di gotara xwe de eşkere dike, dosyaya terorîzmê û vegera DAIŞê endîşeyên serekî yên Fransayê ne û li gor Macrin hêzên Kurdan li Sûriyê û Iraqê rê li ber terorîzm û DAIŞê bigirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin