PeyamaKurd - Hat ragihandin ku pasevanekî serokatiya komara Iraqê hat kuştin û çeka wî jî hat dizîn.
Li gorî zanyariyên medya Iraqê belav kirine, îro Yekşemê 16ê Çileyê 2022yan çekdarên nenas êrîşî pasevanekî serokatiya komara Iraqê yê li Bexdayê kirin.
Hat diyarkirin ku ew leşkerê pasevanê serokomariya Iraqê ku nêzîkî pira Mekanîk a li navçeya Dore ya li başûrê Bexdayê di erkê xwe de bû û bi guleya çekdaran hate kuştin û piştre jî wan çekdaran çeka wî jê dizîn û reviyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin