PeyamaKurd – Serokê Dezgeha Destnîşankirina Berjewendiyên Îranê Muhsîn Rizayî di civîneke rojnamevanî de, gef li Amerîkayê xwar û got ku ew dixwazin Iraq bibe welatekî serbixwe.
Rizayî îdia kir ku ew destê xwe naxin nav karên Iraqê û tenê dixwazin Iraq bibe welatekî serbixwe û di berdewamê de jî wiha got:
“Emê li dijî Amerîka şer bikin heta ku tevahiya hêzên Amerîkayê ji Iraqê û Rojhilata Navîn derxînin.”
Rizayî ev daxuyanî dema beşdarîya merasîma şîna Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Mihendis dan û herwiha diyar kir ku ne rast e ku Îran destwerdana karên navxwe yê Iraqê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin