PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Bismilê 2 zarokên xelkê Sûriyê ketin ava Dîcleyê û di avê de fetisîn. Zarok ji bo xwe hînik bikin ketibûn avê lê ketin ber pêlên ava Dîcleyê û di avê de wenda bûn.
Li ser agahdarkirina 112 banga lezgîn, tîmên AFAD ê, cendirme û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê û di encama lêgerînê de cesedên Erdoğan û paşî jî yê Emin dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin