PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li qeza Ercîşê kamyonetekî û otomobîlekî lihev ketin û di encamê de 7 kes birîndar bûn. Qeza li ser rêya Ercîşê û Adilcewazê çêbû. Di qezayê de kamyonet gêr bû nava rê. Li ser qezayê ambûlans û têmên tendurstiyê çûn ciyê bûyerê.
Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Ercişê ya Rıdvan Çevik. Di nav birîndaran de jina bi navê Sevgi Taş (19) ji ber bi hemil bû birin nexweşxana 100.yuzyıl ê ya Wanê. Jiyana birîndaran ne di xeterê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin