PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi qasî 20 barhilgir û wesayîtên leşkerî yên Amerîkî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.
Televizyona fermî ya Sûriyê jî ragihand ku ew barhilgirên Amerîkî li parêzgeha Hesekê hatine bicihkirin û mebesta wan jî parastina kelgehên petrolê ye.
Çavkaniyên herêmî jî radigihînin ku beşek ji wan wesayîtên leşkerî ber bi başûr û rêya di navbera Şedadî û Dêrezorê ve çûne.
Piştî biryara vekişîna Amerîkayê û vegera ji bo parastina petrolê, di nav mehekê de bi qasî 60 TIR û wesayîtên leşkerî yên Amerîkî li dorûbera Rimêlan a deverên petrolê hatine bicihkirin ku piraniya wan hêzan jî li derdora Hesekê û Reqayê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin