Li Seladizê wargeheke tûrîstîk tê avakirin

Li Seladizê wargeheke tûrîstîk tê avakirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nehiya Şêladizê ya girêdayî bajarokê Amêdiyê yê parêzgeha Duhokê, projeyeke mezin a tûrîstîk tê danîn û wargeheke tûrîstîk tê avakirin.

Berpirsê veberhênanê li parêzgeha Duhokê Kurdo Îhsan ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, me di vê mehê de hejmarek mohletên projeyan daye karsaz û sermiyandaran û got: “Yek ji wan projeyan projeya wargeha tûrîstîkî ya Şêladizê ye ku bi sermiyana 2 milyon û 762 hezar dolar tê çêkirin.”

Hat diyarkirin ku projeyê li ser rûbera 25 hezar û 665 metran tê çêkirin û ji 22 malên tûrîstîk, çendîn salon, xwaringeh, kafeteriya, markêt û baxçeyan pêk tê û wê derfeta kar ji bo xelkê deverê pêk bîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin