PeyamaKurd- Wezîra Karên Hundir a Almanyayê Nancy Faeser, bi rêya rojnameya Welt am Sonntag ragihand ku di desteserkirina derbekaran de lêpirsîna 54 kesan tê vekirin û da zanîn ku dê sekina wan a li dijî dijminan, bi tundî berdewam be.
Nancy Faeser bal kişand ser 25 gumanbarên ku bi hinceta plansaziya hewila derbeya 7ê Kanûnê kirine hatin binçavkirin û diyar kir ku Serdozgeriya Federal, di vê çarçoveyê de di derbarê 54 kesan de lêpirsînê dimeşîne.
Faeser di hevpeyvîna xwe de da zanîn ku polîsan di lêgerînan de çek, pere û zêr desteser kirine û heta niha 400 hezar Euro, 50 kîlo zêr û zîv hatine desteserkirin.
Nancy Faeser diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku dê hîn zêdetir bên dîtin û got, "Em ê li hember dijminên dewletê, helwesta xwe ya tund berdewam bikin.
Faeser da zanîn ku ew dizanin kesên ku qaşo bûrjûwazî ne, bi paşguhkirina demokrasiyê, di derdorên dewlemend de radîkal dibin, teoriyên komployê û xeyalên şoreşgerî dişopînin û ji tundiyê dûr nakevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin