PeyamaKurd - Derdora 23 gundên Çêwlikê ya Bakurê Kurdistanê heta dawiya sala 2019an wekî herêmên ewlekariyê heta hatin ragihandin.
Walîtiya Çêwlikê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir, li gor Fermana Serokomariya Tirkiyê derdora 23 gundên Çêwlikê wekî herêmên ewlekariyê yên demkî hatine ragihandin.
Walîtiyê amaje bi wê kir, ev biryar ji bo operasyonên li dijî gerîlayên PKKê hatiye girtin û serdana 23 herêmên ewle heta dawiya sala 2019an hstiye qedexekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin