Serokwezîrê nû yê Kazaxistanê dest bi kar kir

Serokwezîrê nû yê Kazaxistanê dest bi kar kir

PeyamaKurd – Serokomarê Kazaxistanê Qasim Comerd Tokayev, piştî bûyer û aloziyên du hefteyên dawî ku hikûmeta welat îstifa kiribû, serokwezîrê nû yê Kazaxistanê eşkere kir.

Tokayev ragihand ku Alîhan Smailov, bi dengên hemû partiyên siyasî yên parlamenê wekî serokwezîrê 12emîn ê Kazaxistanê hatiye hilbijartin.

Serokwezîrê nû yê aliyê Tokayev hatiye destnîşankirin, Smailov jî di axaftina xwe de spasiya Tokayev û parlamenteran kir.

Smailov got ku ew dê di erka xwe ya serokwezîriyê de ji bo başkirina aboriyê û bicihanîna daxwazên yasayî yên welatiyan kar bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, dema xwepêşandanên dijî hikûmetê ku zêdetirî 8 hezar kes hatin girtin û bi qasî 200 welatî hatin kuştin Smailov wekî serokwezîrê demkî li şûna Askar Mamin hatibû erkdarkirin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin