3 balafirên Amerîkî yên neqlîyê çek danîn Rojavayê Kurdistanê

Dîroka weşanê :
3 balafirên Amerîkî yên neqlîyê çek danîn Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, barên çek û cebilxaneyan gihandin Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, 3 balafirên neqlîyê yên Amerîkî barên çek û cebilxane û alavên din ên lojîstîkî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê danîn.

Hate zanîn ku ew hersê balafir li baregeha hevpeymaniyê ya Şedadê danîne û çek veguhestine baregehê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî ruxandina rejîma Esed li Sûriyê bi sedema çêbûna valahiya ewlehîyê zêdebûna çalakiyên çekdarên DAIŞê Amerîka hêzên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine û niha jî wan hêzan teqwiye dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin