Komîsyona Ewropa bersiva Îranê da: Em red dikin!

Komîsyona Ewropa bersiva Îranê da: Em red dikin!

PeyamaKurd – Berdekê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Peter Stano, li ser biryara Tehranê ya sepandina dorpêçan li ser welatên Ewropayê daxuyanî da.

Peter Stano got: "YE van dorpêçan red dike. Ev dorpêç bi temamî bi mebesta siyasî ne. Lê belê dorpên ku YE li ser Îranê ferz kirine, di çarçoveya binpêkirinên mafên mirovan û yasayan de ne.”

Herwiha Stano, protestoyên berdewam ên dijî rejîma Îranê bi bîr xist û diyar kir ku li şûna ku Îran bersivên siyasî bide, ew bang lê dikin ku azadiya derbirinê ya gelê xwe pêk bîne.

Hêjayî gotinê ye, YEyê piştî protestoyên li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî dest pê kirine û serkutkirina hêzên rejîma Îranê, li ser 11 kesayet û 4 saziyên Îranê dorpêç sepandibû.

Herwiha Îranê jî wekî bersiv, biryara sepandina dorpêçan li ser 12 kes û 8 saziyên ewropî dabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin