PeyamaKurd – Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev li ser ragihandina îranê ku gotibû ‘Azerbeycan Îsraîlê anî herêmê’ bertek nîşan da û bersiva Îranê da. Li ser mijarê Aliyev got:
“Ew sûcên ku eslê wan tine û hun bi aliyê me de didin, wê bê bersiv nemînin. Niyeta me aşkeraye û paqije. Ev, nayê wateya ku me bi tiştên bê binyat sûcdar bikin. Ez vêya li vê derê, li Cebrayilê li qerexê Çemê Arasê ji bo xelkê Azerbeycanê û temamê dinyayê dibêjim. Ew sûcên bi aliyê me de didin û binyata wan tineye, wê bê bersiv nemînin. Em wan tewanan red dikin û ji wan delîlan dixwazin.
Di demên dawiyê de, me guh neda îftîrayên melayên Îranê yên taşrayê ku di derbarê Azerbeycanê de tên kirin. Mixabin paşî rêvebir me bi tiştên bê binyat sûcdar kirin. Goya Azerbeycan Îsraîlê aniye van herêman. Bila çavên xwe vekin û bibînin. Îsraîlê li vê derê li ku derê dîtin. Li vê derê yek kesekî najî. Li vê derê avahî tineye. Delîl heye? Na. Eger delîl tinebe, divê herkes ji gotinên xwe berpirs be. Em îznê nadin ku li hemberê me îftîrayên bê esas bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin