PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Doğanşehrê TIR ekî li traktorekî xist û ajotvanê traktorê yê bi navê Celal Karakış (61) jiyana xwe ji dest da. Qeza ber destê êvarê li taxa Çixlixê çêbû.
Kesên qezayê dîtin xeberê dan ciyên pêwendîdar û tîmên tenduristiyê dema gihan ciyê bûyerê dîtin ku ajotvanê traktorê jiyana xwe ji dest daye.
Ji bo otopsiyê cenazê Celal Karakış birin morga Tib a Edlî. Ajotvanê TIR ê xistin bin çav.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin