PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro înê teqînek li rojavayê paytexta Iraqê Bexdayê rû daye û li gorî zanyariyên destpêkê, kuştî û birîndar hene.
Li gorî çavkaniyên xwecihî yên Bexdayê, teqîn li taxa Cîhad a li rojavayê bajarê Bexdayê rû daye.
Çavkaniyan eşkere kiriye ku di teqînê de 3 kes hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne, lê hîn hejmara birîndaran nehatiye zelalkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev teqîn îro beriya ku sibe 28ê Tebaxê Kongreya Bexdayê ya Ewlehiyê bi welatên cîran û serokên welatên rojavayî re bê kirin pêk hat.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin