Ji YNKê bo Berhem Salih "Wek keseyan qise dike"

Ji YNKê bo Berhem Salih "Wek keseyan qise dike"

PeyamaKurd - Berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Ehmed Pîre rexne li Berhem Salih girt û got: "Hêviyan dide xelkê û gotinên wî wek yên keşeyan in."

Sadî Pîre li Silêmaniyê navenda partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û der heqê hilbijartina giştî ya Iraqê de ku wê 12ê Gulanê bi rê ve biçe nirxandin kirin.

Berdevkê YNKê li ser Berhem Salih jî bibîr xist ku ew her demê behsa şexsê xwe dike û wek partiyekê xeber nade.

Sadî Pîre numûne dan û got YNK partiyek e, Goran partiyek e û wek partî behsa projeyên xwe dikin lê Berhem Salih behsa şexsê xwe dike û dewam kir: " Doktor Berhem dibêje ezê bikim, ezê we dewlemend bikim, kerameta we vegerînim. Yanî wek keşeyekî behsa xwe dike."

Herwiha got: "Madem ew qasî jêhatî ye dema di YNKê de bû jî pileyeke wî ya mezin hebû, eger tiştekî bike heba çima wê demê nekir?"

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin