DAISê êrîs kir, herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 45 jî birîndar bûn

DAISê êrîs kir, herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 45 jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Li paytexta Afganistan Kabilê ji ber sê êrîşên cuda ku terorîstê  DAIŞê pêk anîn, 11 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 45 jî birîndar bûn.

Li Kabila paytext êrîşkarekî xwekuj bi motoreke bombebarkirî êrîşî wesayîteke Wezareta Petrolê kir. Piştre bombeyek li heman herêmê teqiya.

 

Li taxeke din a Kabîlê êrîş li wesayiteke sivîlan hate kirin. Di encama êrîşan de 11 kesan jiyana xwe ji dest da ku 5 ji wan jin in, yek jî zarok e. Her wiha 45 kes jî birîndar bûn. DAIŞ’ê jî bi riya malpera xwe a Emaqê ev êrîş giritin ser xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin