PeyamaKurd - Hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bakurê bajarê Til Temirê topbaran kirin.
Li gor çavkaniyên herêmî, topxaneya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar gundê Zergan û derdora wî topbaran kirine. Di encama topbaranê de, li gor çavkaniyên herêmî welatiyekî sivîl ku xelkê gundê Til Werd e jiyana xwe ji dest daye.
Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çendîn caran ragihandine, tevî agirbesta ku ji 17ê Cotmehê ve di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de û herwiha roja 22ê heman mehê di navbera Tirkiyê û Rûsyayê li navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî hatiye ragihandin, lê belê Tirkiye û komên çekdar pabendî agirbestê nebûne û rojane topbaran û êrîş ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê bo ser navçeyê berdewam in.
Berpirsê Ragihandina HSDê Mistefa Balî duh di bernameyeke televîzyonî de ragihandibû, Tirkiye û komên çekdar pabendî agirbesta li Rojava nînin.
Tirkiyê ji 9ê Cotmehê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiriye û di encama êrîşê de heta niha herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê û bi dehan gundên navçeyê xistine jêr kontrola xwe.
Ji ber êrîşa Tirkiyê hejmareke mezin a niştecihên navçeyên di navbera Girê Spî û Serê Kaniyê de koçber bûne. Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê pêştir bi daxuyaniyên fermî aşkere kiriye, ku zêdetir ji 300,000 kes ji xelkê navçeyê di encama êrîşên Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî de ji cihên xwe aware bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin