Çeteyên girêdayî Tirkiyê gundewarê Minbicê topbaran kirin

Çeteyên girêdayî Tirkiyê gundewarê Minbicê topbaran kirin

PeyamaKurd – Çeteyên girêdayî artêşa Tirkiyê, gundewarê Minbicê topbaran kirin. 

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir, çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyê yên li gundê Toxara Biçûk ê li bakur-rojhilatê bajarê Minbicê bi cih bûne, êrîşî ser gundê Catê yê li heman devera bajêr kirin.

Meclîsê destnîşan kir, çeteyan çekên sivik û navîn di êrîşa xwe de bi kar anîn.

Herwiha do jî êrîşên dagirkeriyê li ser navçeya Şera ya Efrînê û gundên wê Merenaz û Alqemiyê hebûn.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin