Wê kela Zerzewanê bikeve nav mîrata UNESCO yê

Wê kela Zerzewanê bikeve nav mîrata UNESCO yê

PeyamaKurd- Kela Zerzewanê dema mirov ji Diyarbekirê ber bi Mêrdînê de diçe, ji navçeya Çinarê 13 km derbas dibe hema li destê çepêye. Li ser zinarekî 124 metre bilind hatiye avakirin. Tê gotin ku di dewra Romayiyan de weka garnîzoneka leşkerî ava bûye.

Bo kelê bigrin nava lîsteya mîrata UNESCO yê, bi awayeka fermî seredan hat kirin. Seredan ji aliyê Ajansa geşepêdana Qerejdaxê û Zankoya Dîcle de hat kirin.

Di kelê de perestgeha Mîtra, dêr, vîlla, rêyên bin erdê, sarincên avê, gorên di keviran de û cuhên avê hene. Li ser rêya Darê ye jî û ji aliyê bazirganiyê de dikeve ser rêya hevrîşimê. Darê di dewra Romayiyan de ciyeka gelek girîng bû bo Romayiyan.

Dibe ku îsal keleh heya dawiya salê bi awayeka muwaqat û di sala 2021an de bi temamî bikeve lîsteya mîrata UNESCO yê.

Ziyaretvanên ku îsal hatine bo seredana Kelê, di ser 252 hezarî de ne. Di dawiya salê de dibe ku ev jimare ji 1 mîlyonî derbas bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin