PeyamaKurd - Endamê PDKê li parlamentoya Kurdistanê Sefîn Gerdî derbarê amadekariyên bo merasîma sondxwarinê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de daxuyanî dan.
Gerdî ji medya Kurdistanê re ragihand, “Amadekariyên bo merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê temam bûne’’ û got, piştî merasîmê jî dê serok wekî serokwezîrê Kurdistanê daxwazê ji Mesrûr Barzanî bike daku kabîneya nû ya hikûmetê pêk bîne.
Merasîma sondxwarinê ya serokê Kurdistanê roja duşemê 10ê Hezîranê li demjimêr 11:00an li Hola Şehîd Saed Ebdullah dest pê dike.
Dê li protokola merasîma sondxwarinê nûnerên welatên biyanî, yên Iraqê û yên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê beşdariyê bikin.
Sefîn Gerdî ji BasNewsê re ragihandiye ku Serokomarê Iraqê Berhem Salih jî bo merasîma sondxwarina serokê herêmê hatiye vexwandin û herwiha pêşbînî dikin beşek piraniya berpirsên welatên biyanî beşdarî merasîma sondxwarinê bikin.
Sefîn Gerdî got: “Piştî merasîma sondxwarina serokê herêmê, dê fermana nivîskî ya herêmê ji aliyê serokê herêma Kurdistanê ve derbike û daxwaz ji Mesrûr Barzanî bê kirin ku wek serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê destpê bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin