Bi ketina brûskê re li Batmanê bi sedan donim zevî sewitîn

Bi ketina brûskê re li Batmanê bi sedan donim zevî sewitîn

PeyamaKurd – Şeva borî li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê ji ber ketina brûskê bi sedan donim zeviyên genim û ceh şewitîn.  

Li Batmanê şeva borî ji ber barîna baranê û firtoneyê elektrîka bajêr qût bû û heta lambeyên trafîkê jî nexebitîn.

Herwiha li dorûbera devera Bati Raman a bajarê Batmanê ji ber ketina brûskê bi sedan donim genim û cehê cotkaran şewitî.

Piştî ketina brûskê bi bandora bayê zêde û firtoneyê agir belav bû û genim û cehê cotkaran şewîtî ku agir encex di nav du saetan de hatiye vemirandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin