Ji Tirkiyê daxuyaniya Hamasê!

Ji Tirkiyê daxuyaniya Hamasê!

PeyamaKurd – Di daxuyaniya Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê ya Serokatiya Daîreya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê da hat gotin, "Îdiaya '500 hezar Filistînî ber bi Tirkiyeyê ve diçin û amadekarî tên kirin' ne rast e."

Serokatiya Navenda Ragihandinê ya Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê ya Serokomariya Tirkiyeyê di hejmara 94an a Bultena Dezenformasyonê de îdia û nûçeyên ku piştî êrîşa Hamasê ya li dijî Îsraîlê derketibûn rojevê, veqetand.

Îdiaya "Wê 500 hezar Filistînî bibin Tirkiyeyê"

Di bultenê de hat gotin, "Îdiaya '500 hezar Filistînî ber bi Tirkiyeyê ve tên û amadekarî tên kirin' ne rast e. Di tu saziyê de amadekariyeke bi vî rengî nîne û îdia bi temamî bêbingeh in."

Di bultenê de hat gotin ku îdiaya kanala NBC ya Amerîkayê ya ku dibêje "Li gor belgeyên veşartî yên li ser berxwedêrên Hamasê yên hatin qetilkirin, dibistanên seretayî û zarokên li Îsraîlê bi qestî hatine hedefgirtin" "manîpulasyon" e.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin