PeyamaKurd - Walîtiya Hatayê ragihand ku îro sêşemê li navçeya Reyhanliya Hatayê wesayîta ku koçberan dersînor dikir qulibîye û di encamê de 6 kes mirine û 27 jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya walîtiya Hatayê de hatiye diyarkirin, ku îro sêşemê (24.09.2019) dane sibehê li navçeya Reyhanliya Hatayê wesayîta ku koçberan dersînor dikir qulibîye û di encamê de 6 kes mirine û 27 jî birîndar bûne ku 2 kes ji wan personele leşkerî ne.
Hat diyarkirin ku birîndar rakirine Nexweşxaneyên Dewletê yên Hatayê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin