PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) a Rojavayê Kurdistanê, derbarê dîlgirtina şervana wan Çîçek Kobanê ku 21ê Cotmehê li Girê Spî ji aliyê çekdarên tundrew ên girêdayî Tirkiyê ve bi birîndarî hatibû dîlgirtin û wan çekdaran dîmenên mimaleya xerab ên dema girtina wê parve kiribûn, bangewazî li civaka navdewletî kir.
YPJê bi daxuyaniyekê ragihand, “Ev êrîşa hovane û sûcê şer ya li dijî şervana YPJ a parêzvana welatê xwe, li ser hemû jina ye” û got, jiyana şervana wan Çîçek Kobanê di xetereyê de ye û bang li hemû jinên cîhanê jî hat kirin ku bê deng nemînin û rabin ser piyan.
YPJê wiha got: “Hevala me Çîçek bi awayekî birîndar, dîl di destê çeteyên dewleta Tirk da ye. Jiyana wê di bin xeteriyeke mezin da ye. Ev kiryarên qirêj di encama polîtîka û hevpeyîmana di navbera dewleta Emerîka, Rusya û Tirkiyê çêbûyî de ye. Lewma bang li hemû jinên cîhanê dikin ku rabin ser piyan û dengê xwe bilind bikin. Her weha bang li civaka navnetewî dikin ku li hemberî van kirinên der exlaqî û li dijî mirovayiyê bi lezgînî gav biavêjin.”
YPJê da zanîn ku Çîçek Kobanî 21ê Cotmehê li Girê Spî piştî ku bi binpêkirina agirbestê ji lingê xwe birîndar bûye, ji aliyê koma çekdarên tundrew Feyleq El Mecid a girêdayî Nûreddîn Zengî ve hatiye dîlgirtin û dîmenên revandina şervana YPJê li ser medya civakî hatine parve kirin.
YPJê da xuyakirin ku şervana wan Çîçek ji bajarê Kobanê ye û di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de li eniyên Eyn Îsayê cihê xwe girtiye û gotiye: “Em ê nehêlin ev çete gund û bajarên me dagir bikin û pêl rûmeta me bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin