Nêçîrvan Barzanî serxwesî li malbata Nahîde Refîq Hilmî kir

Nêçîrvan Barzanî serxwesî li malbata Nahîde Refîq Hilmî kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta koça  dawiyê ya niviskara kurd Nahîde Refîq Hilmî, peyameka sersaxiyê arasteyî malbat û xizmên wê kir.

Duh çarşemê (19.06.2019) nivîskara naskirî ya kurd û keça siyasetmedar û nivîskarê naskirî yê kurd Refîq Hilmî, Nahîde Refîq koça dawî kiribû. Nêçîrvan Barzanî, derbarê koça dawî ya Nahîde Nahîde Refîq Hilmî da peyamek belav kir.

Di peyamê da Serok Nêçîrvan Barzanî gotiye: “Xatun Nahîde Refîq Hilmî îro li Silêmaniyê koça dawiyê kiriye. JI dil ve hevsoj û hevxemîn li gel wan, Xwedayê mezin Xweda jê xweşbûyî bi beheşta xwe şad bike û hedarî û sebrê bide kesûkarên wê.

Xweda jê xweşbûyî, xanim Nahîde Refîq Hilmî ku bîrîya nivîskar, rewşenhizrê navdar û sîyasetvanê kurd mamosta Refîq Hilmî bû, bi nivîsîn û vekolîn û bi wê  xizmeta xwe ya rewşenhizrî ku bi dirêjahiya temenê xwe pêşkeş kiriye her tim bîrîya wî bi xêr dê vemîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin