Me li ser ambargoya petrola Rûsyayê lihev nekiriye

Me li ser ambargoya petrola Rûsyayê lihev nekiriye

PeyamaKurd – Welatên Yekîtiya Awrûpayê ji bo li ser paketa 6 em ya li dijî Rûsyayê biaxifin li Brukselê civiyan û bi sietan axifîn lê li ser ambargoya petrolê ya li hemberê Rûsyayê negihan ti encamê. Seroka komîsyonê ya YA yê Von der Leyen ragihand ku li ser temamê xalên paketê lihev kirine, tenê li ser xala petrolê ku ji bo Rûsyayê nekirin lihev nekirine û weha got:

“Ez ne bende me ku pirsgirêkan di nav 48 sietên pêşiya me de çareser bikin.”

Zîrwa YA yê ya ku  serokên dewlet û hukumatên 27 welatan pêk tê, li Brukselê destpêkir. Zîrwe dê 2 roj dewam bike. Li ser navê YA yê seroka komisyona YA yê Leyen ragihandinê kir. Serokên welatan ragihandibûn ku petrola bi keştiyan ji Rûsyayê diçe YA yê rawestînin û tenê ya di rêya xetta lûleyan de diçe Awrûpa bila dewam bike. Hêvî kiribûn ku di vê pêşniyarê de lihev bikin lê ew jî nebû.

Welatên weka Slovakya û komara Çekya ku derya wan tineye û girêdayê xetta petrolê ya lûleyane, daxwaza wexteka dirêj ya çareseriyê kirin lê wisa xwuyaye li ber wan astenga dewleta Macaristanê heye. Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban ragihand ku li ser paketa 6 em lihevkirin tine û rewşa ku tê de ne ji ber bêpirsiyariya Komîsyona YA yê ye. Orban, ragihand ku berya komîsyon teklîfeka dorpêçê amade bike, divê bi welatên endam re hevdîtin bike û weha dewam kir:

“Li ser vê noqtê lihevkirin tine. Enerjî ne leystika zarokaye. Mijareka ji dil e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin